Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Gulistan û Mazenderanê lehî çê bû

11:37 - 24 Adar 2019

Kurdistanmedia: Li bajarên Mazenderan û Gulistanê ku hefteyek berî niha lehî  rabibû, bandorên vê niha jî berdewam dikin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî,  barana gur û lehiyî li bajarên wekî, Sarî, Sîmurg û Kiyakolaya û herwisa bajarên girêdayî parezgeha Mazendaran yên wekî, Akkale, Sîmînşehr û Gumuşxana bajarên eyaleta Gulistanê zirarên malî û canî gihandiye hevwelatiyan. 

Li bajarê Akkaleyê 21 gund di bin avê de man û berprisên rejîmê jî li lemberî vê bûyera xwezyî de tu hewleke wisa nedane.

Li bajarê Mazenderanê aliyê kêm 6 hezar avahiyan zirar dît û gellek zevî û baxçe jî di bin avê de man.

Bi sedema rabûna lehiyê gellek welatiyên ku li gundan dijîn, ji herêmê hatin valakirin. 

Li parêzgeha Gulistanê elekterîka 25 gundan ji ber lehiyê hat birîn, û herwisa li bînesaziyên li herêmê zirarên mezin çêbûne û hin rê û pire jî hilweşiyane.

Hin welatiyan ji ber eleqedarnebûna rayedaran û kêmasiya alîkariyan bertek nîşan dan.

Hefteya borî ji ber rabûna lehiyê li Mazenderan û Gulistanê nêzîkî 10 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Xelkê parêzgeha Kirmaşanê ev salê zêde ku, bi sedema erdhejê li xêvetan de jiyan dikin û li parêzgeha Gulisatan û Mazenderanê jî bi sedema barana gurr û lehiyî 6 hezar avahi herifîne, û xelkê van deveran bê star mane, lê berppirsên rejîmê jî bi bêguhdana bi arîşeyên wiha, hemû saman û serweta welat xercê girûpên terorîstî yên wekî, Hizbulaha Lubnan, Huiyên Yemen û Heşda Şe`ibî li Îraqê dike.