Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Îlamê gelek şûnwarên dîrokî, sirûştî û meinewî nehatine tomarkirin

11:22 - 18 Çirriya paşîn 2020

Ji 1500 şûnwarên dîrokî, sirûştî û meinewî yên wê parêzgehê bi tenê 780 ji wan, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine tomarkirin.

Roja Sêşemî 17ê Çirriya Paşîn, berpirsê giştî yê “Mîrata Çandî, Geştiyarî û Pişeyên Destî” yê parêzgeha Îlamê, “Ebdulmalik Şenbezade” ragihand: “Nêzî 1500 şûnwarên dîrokî, sirûştî û meinewî di wê parêzgehê de hatine naskirin ku 780 şûnwarên dîrokî, 28 şûnwarên meinewî û 6 cihên sirûştî di listeyê netewî yên Îranê de hatine tomarkirin”.

Rejîma Îranê bi tomarnekirina giştî ya tev wan şûnwaran, hejmarekî zêde ji wan şûnwaran rastî wundabûnê hatine, diziya şûnwarên dîrokî, têkdana wan şûnwaran û jinavbirina wan şûnwaran li cihên ku nehatine tomarkirinê çend beranber zêdetir e.

Hindek ji wan şûnwarên dîrokî hêjayê wê hindê ne ku li asta cîhanê bêne tomarkirinê, lê rejîma Îranê bi tomarnekirina piraniya wan şûnwaran bi awayekî dixwaze dîroka Kurd û çand û şaristaniyeta çendîn hezar sal ya gelê Kurd perdepoş bike û bi awayekî ji nav bibe.

Tomarnekirina şûnwaran dibe sedem ku bînasazî, têkdan û jinavçûn bi sedema diziya şûnwaran, kolan û neparastin ji aliyê beşên girêdayê ve zêdetir bibe û di heyamekî kin de ji nav here.