
Ew heyameke ku, bi sedemên nexuya li beşek ji dermanxaneyên parêzgeha Îlamê de çendîn cur derman dest nakevin û ew jî bûye sedem ku welatî rastî pirsgirêkan bibin.
pirr caran ku xelk bona kirîna dermanan serdana dermanxaneyan dikin, ew dermanên ku pizîşk ji wan re nivîsîne, dest nakevin û di dermanxaneyan de ji wan re pêşniyar tê kirin ku dermanên din ên wekî wan (Moşabih) bikirin.
Li parêzgeha Îlamê welatî neçarin dermanên hewce li parêzgehên din dabîn bikin an jî, bi neçarî dest ji kirîna wan dermanan berdin.
Bi sedema kêrnehatîbûna berpirsên peywendîdar ên rejîmê, welatî digel kêmiya dermanan rûbirû bûn e û rejîm jî bi ti şêwazekî amade nîne pêngavekî bona çareserkirina vê pirsgirêkê hilbigre.