Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Kirmaşanê 600 gund rastî bêaviyê hatine

13:48 - 8 Gulan 2022

Bi sedema neşiayan û nebûna bernameyek serast bona dabeşkirina avê li parêzgeha Kirmaşanê, zêdetir ji 600 gundên vê parêzgehê rastî bêaviyê hatine.

Cihgirê Avedanî yê binav Parêzgarê Kirmaşanê “Menûçêhr Fexrî” li derheq bêaviya vê parêzgehê de gotiye: “Ev duyem sale ku barîn di Îranê de kêm bûne û ew dide xuyakirin ku kirîza bêaviyê gihîştiye asta herî serê”, û navbirî barînên kêm sebebkar daye zanîn.

Herwisa “Menûçêhr Fexrî” gotiye: “Pêka amara ABFA yê nêzî 600 gund li parêzgeha Kirmaşanê rastî bêaviyê hatine û hewce ye bi rêya tankerên avê bo wan gundan bişînin”.

Herwisa navbirî got: “Gelek ji baxçeyên parêzgeha Kirmaşanê, gefa hişikbûnê li ser in û eger bêavî neyê çareserkirin dê ji nav herin”.

Rejîma Îranê heta niha hemû hewlên xwe bo veguhastina avê ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bo parêzgehên navendî daye û bi sedema vê sîstema nezanistî, parêzgeh û deverên Rojhilatê Kurdistanê rastî bêaviyê hatine.

Veguhastin bi alavên seqet û neşiyan li dabeşkirina ava hewce bo vexwarin û cotyariyê ku çendîn sal e rejîma Îranê bi zanebûn bi rê ve dibe, xisarên bê veger bo jîngehê afirandine û xisarên giran bi werzêrî, pîşe û jiyana xelkê gund û bajaran daye.