Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Kuhgîlûye û Boyêr Ehmedê, li rojî Înê di 9 cihan de agir pêket

12:59 - 28 Hezîran 2020

Di 9 cihên parêzgeha Kuhgîlûye û Boyêr Ehmedê de, daristan û çêrîngeh hatine şevitandin.

roja Şemî, 27ê Hezîranê, Birêveberê Giştî yê “Çawkaniyên Siruştî` û cihên Aviye” parêzgeha Kuhgîlûye û Boyêr Ehmed, “Xulamhisên Hikmetiyan Esl” ragihand ku di roja Înê, 26ê Hezîranê, daristan û çêrîngeh di 9 cihan de rastî agirpêketinê hatin û deverên: “ Sêrok, bilindahiyên Serab Tave, Çah Pazenan, Deştê Rom, Ab Serdûn, Gûr Spîd, Miyan Tengan” di devera parastî ya “Dina”ê de û deverên “Dij ê Solêyman û Dîl û Aro di bajrê Geçsaranê de bûye.

Herwisa navbirî baskiriye ku îsal 510 hiktar daristan û çêrîngehên parêzgeha Kuhgîlûye û Boyêr Ehmedê di agirpêketinan de şevitiye.

Li ser wê mijarê, Prêzgarê Kuhgîlûye û Boyêr Ehmed, “Husên Kelanterî baskiriye ku %90 a wan agirpêketinan, bi zanebûn bûye.