Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

li parêzgeha Loristanê de pirsgirêka kêmbûna perestaran heye

12:17 - 1 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: di parêzgeha Loristanê de pirsgirêka perestaran heye û li pişkên cida yên pizişkî li wê parêzgehê, hewceyî bi hejmareke zêdetir ji perstaran heye.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Sêşemî, 10`ê befranbarê, birêveberê zanistgeha pizîşkî a parêzgeha Loristanê, “Mihemed Riza Nîkbext”, di civînekê digel nûçegihaniyên nawxwe yên rejîmê de bas kir ku:” Em rastî pisrgirêka kêmbûna perstaran hatine û hewceye ku wezîrê saxlemiyê, li ser wê mijarê alîkariya me bike”.

Piraniya kesên bêkare li Îranê, derçûyên zankoyane û li parên cuda yên pisporî de xwandina xwe tewaw kirin, lê xemsarî û piştguh havêtina pirsgirêkên wan ji aliyê perpirsên rejîmê ve bûye sedem ku, pişkên hewce, nekarin mifahê ji wan kesan wergirin û rastî pirsgirêkan dibin.

Herwisa, wergirtina daxwazkerên kar, di îdare û binkeyan de jî, bi hegera hebûna sîstema palavtina wan kesan ji aliyê parastina îdareyan û razî bûna dezgeha Îtila`ata rejîmê li ser dana kar bi wan ve, bûye sedem ku, daxwazkerên kar û herwisa dezgehên hewce bi wan kesan, rastî asteng û pirsgirêkan bibin.