
Binav parêzgarê Sineyê “Îsmaîl Zari`î” gotiye: “Dahata Seraneya xelkê li parêzgeha Sineyê ji nîveya dahata nêvinciya Îranê kêmtir e û ew bi wateya hejariya giştî di wê parêzgehê de ye.
Pêka rapora Nûçegihaniya “IRNA” a girêdayî rejîma Îranê, binav parêzgarê Sineyê “Îsmaîl Zari`î” gotiye: “Di parêzgeha Sineyê de hejarî gelek zêde bûye û xelkê dahatek wisa tune ye û gotiye : “Dahata Seraneya xelkê parêzgeha Sineyê ji nîveya dahata nêvinciya Îranê kêmtir e.
Herwisa navbirî îtiraf kiriye ku derfet nedane kesên xêrxwaz û xwediyên sermaye di wê parêzgehê de geşeyê bi aboriya parêzgehê bidin û gotiye: Sîstema birêveberî û karkirina me bi awayekî ye ku rê bo hatina xêrxwazan û xwediyên sermayeyê nade”.
Herwisa navbirî îtiraf kiriye: “Bi sedemên cuda gelek derfet bo vê parêzgehê ji dest çûne”.
Îtraf û gotinên wî berpirsê rejîmê di halekê de ne ku, parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê kêmtirîn bûdce hene û dahata wan parêzgehan ji bazarên sersînorî, kangeh û pîşeyê bo navenda Îranê têne şandin û ti qezencek bo xelkê tinînin û tev dahata parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê têne talankirin e.