Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 148 hezar dersxwanan dev ji dibistanê berdan

12:18 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2022

zar dersxwanan dev ji dibistanê berdan

 Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi sedema desttengî û nebûna îmkanatên hewce û xemsariyên rejîmê, 148 hezar dersxwanên wê parêzgehê, bi girî û lorînê neçar man dev ji xwandinê berdin.

Her di vê derheqê de, berpirsê Giştî yên îdareya Perwerde û Hînkariya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, Husênelî Mîrebdî jî, desttengî, kirîza aborî, dijwariyên jiyanê û nebûna rêyên kêrhatî yên di navbera gundên wê parêzgehê, nebûna îmkanatên dersxwandinê, sedemên sereke yên vê diyardeyê daye zanîn.

Wî berpirsê rejîmê di berdewamiyê de gotiye ku, pêka amarên han û berdewambûna vê diyardeyê dê heta sala 1405`an ev hejmara dersxwanên ku bi sedemên ku me li jorê behs kirin, aliyê kêm dê bigihîje Yek milyon dersxwanî ku dev ji xwandinê ber didin

Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di rêza herî serê ya parêzgehên nebûna îmkanatên dersxwandin û dijwariyên jiyanê yên rejîma Îranê de cih girtiye.