Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, 55 hezar zarok bê nasname ne

11:39 - 25 Kanûna Paşîn 2022

Pêka amarên navxweyî ên ku du salan berî niha hatine komkirin, li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, 50 ji sedî hevwelatî bê nasname ne .

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, xort û keçên ku ji biyaniyan re dizewcîn û zarokên wan dibin xwediyê neteweya dualî, rejîma Îranê di vê derheqê de wan ji hebûna nasnameyê bêpar dihêle.

Pêka zanyariyan ji ber cudahîdanînên rejîma Îranê û nedana nasnameya neteweya dualî ji welatiyên ku hevjînên wan biyanî ne, tenê li bajarê Sîstan û Belûçistanê de 55 hezar zarokên bê nasname hene.

Herwisa pêka amaran parêzgehên ku zarokên wan bênasname ne, parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di rêzbenda yekem de cih girtiye.

Bênasnamemana zarokên hevwelatiyên xwediyê neteweya dualî di Îranê de, bûye sedem ku tenê li parêzgeha Sîstan û Balûçistanê de, zêdeyî 61 hezar zarok ji mafê xwandinê bê par bimînin.

Di Sîstan û Belûçistanê de 50 ji sedî ji hevwelatiyan bê birwaname ne û gelek ji wan ku serdana dadgehan kirine, ji wan re hatiye zanîn ku ceribandina “DNA” bidin, lê piraniya xelkê jî bi sedam vê ku pereyê “DNA”yê 4 miliyon e nikarin vê ceribandinê bikin û dosiyeya wan tê ragirtin.