Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Urmiyê %80 ji raçandinkarên mehfûran betalin

18:21 - 25 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Di parêzgeha Urmiyê de, %80 ji raçandinkarên mehfûran betal in, û niha tenê  %20 ji wan karê rêstina mehfûran dikin.

Li gorî  gotina “Miherem Seiyd Ce`iferî” berpirsê Yekîtiya Raçandina Mehfûran yê rejîma Îranê, a tu piştevaniyek ji aliyê hikûmetê ve  bi wan nayê kirin, û herwisa got berpirsên rejîma Îranê xemsariyan derheq vê karê dîrokî yê me dikin, û bi sedema piştevanî nekirina berpirsên warê aborî yên rejîmê, di heyama sê salên borî de, %80 ji raçandkarên mehfûran di wê parêzgehê bê karin.

Herwisa li gorî gotina wî berpirsê rejîmê,  %20 ji raçandkarên mehfûran ku, bi wî  karî mejûlin bigiştî ji aliyê navenda bîme nayên piştevanîkirin, û herwisa piraniya wan jî bîmeya kar tunînin.

Di Îranê de, bi sedema bilindbûna nirxa perê biyanî, raçandkarên mehfûran, bo dabînkirina hewcehiyên  wî karî rastî arîşeyan hatine.

Herwisa bi sedema nebûna kar, piraniya xelkê parêzgeha Urmiyî, bo dabînkirna hewcehiyên jiyana xwe ro li karê dijwar û bê îmkanat ya raçandina mehfûran dikin, û ev jî bi sedema bilindbûna nirxa perê byanî, û xemsariyên berpirsên rejîmê di wî warî de,  ew Pîşeya rastî sekinadinê hatiye.