Zêdetir ji 500 hezar ton sêv bi sedema nebûna bazara wan, nehatine firotin û li sarxaneyan de mane û rizî bûne û xisar û ziyaneke zêde bi aboriya xwediyên wan sêvan ketiye.
Pêka nûçe û vîdiyoyên belav bûyî di torên ciwakî de zêdetir ji 500 hezar ton sêv li serxaneyên parêzgeha Urmiyê de bi taybet li bajarên Urmiyê û Şinoyê de, rizî bûne û têne avêtin, bi sedema xirab bûna rewşa bazarên Îran û piştguhxistina berhemên werzêranji aliyê rejîmê ve, berhemên wan her sal rastî xisarên wiha dibin.
Rejîma Îranê bernameyeke serast bona kirîna wan berhemên werzêrî ji werzîran tinîne, piraniya wan berheman ku li enbarên sarxaneyan de têne paşketkirin rastî xisarên giran dibin.
Qurixkirina bazarên şandin û firotina berhemên werzêrî bo derveyî Îranê, ji aliyê kesên girêdayê rejîma Îranê ve bûye sedem ku, hin wezêr nekarin berhemên xwe bo derveyî welat bişînin û rejîm bi xwe jî wan berheman nakire.
Nirxa kêm ya kirîna berhemên werzêrî ji werzêran pirsgirêkeke din a werzêran e, nirxa berheman ji aliyê delalên bazaran ve têne diyarîkirin û piraniya dahata wezêran dibe qazanca delalan.
Werzêr berhemên xwe bi nirxa herî kêm difroşin û xelk jî bi nirxa herî bilind wan berheman dikirin û li wê navberê de bi tenê delalên bazaran qazanc dikin.