Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Urmiyê de li destpêka îsal heta niha 24 kes xeniqîne

12:22 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2022

Li destpêka demsala Bihara îsal heta niha, li parêzgeha Urmiyê di dema avjeniyê de 24 kes xeniqîne.

Berpirsê Navenda Birêvebirina Bûyeran û Hewcehiyên lezgîn ên pizîşkî yê Parêzgeha Urmiyê “Baqir Behramî” tevî îşarekirin bi rizgarkirina 8 kesan ji xeniqînê, ji aliyê vê navendê ve gotiye: “Li destpêka Îsal heta niha, 24 kesî di dema avjenîkirin li nav ava çem û saziyên avê de canê xwe ji dest dane.

Herwisa “Baqir Behramî” gotiye: “Amara xeniqînê bi dana berhev digel sala derbasbûyî 2 halet zêdetir bûye û li bajarên weke “Miyanduavê 7 kes, Serdeşt 7 kes û Urmiyê 5 kes” zêdetirîn amara xenqînê hebûne.

Pêka gotina “Baqir Behramî” amara xenqîn ji destpêka demsala Biharê ve 17 kesan li nav ava çeman de, 9 kesan li nav bendavan û 6 kesan jî di cihên weke hewz û kanalên avê de canê xwe ji dest dane.