Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Urmiyê dermanên hewce dest nakevin

11:42 - 15 Hezîran 2022

Welatiyan li parêzgeha Urmiyê ragihandine tevî vê ku dermanên hewce dest nakevin, nirxa dermanan jî gelek bilind bûye û xelk nikare xercê çareseriyên pizîşkî dabîn bike.

Pêka Nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, nexweş neçar in hemû xercê çareseriya pizîşkî bidin û xercê oda niştergeriyê ku gelek bilind e divê ji aliyê nexweşan ve bê dabîn kirin û herwisa hemû dermanên hewce bo niştergeriyê ku her yek ji wan dermanan zêdetir ji 2 milyon Tumenî ye, dabîn bikin.

Çavkaniya agehdar daye zanîn, bîmeya nexweşan di nexweşxaneyan de nayê vergirtin û nexweş divê bi nirxa azad hemû karûbarên wekî xercê razandina nexweşan, xercê hemû ceribandinên pizîşkî, derman û derziyên hewce bidin û herwisa hemû xercê odeyên niştergeriyê li stuyê nexweşan e.”

Bilindbûna nirxa çareseriya pizîşkî û xercê niştergerî û destnekevtina dermanan, bûne sedem ku xelkê hejar nekarin mifahê ji çareseriya pizîşkî verbigrin û neçar in gelek caran dest ji çareseriya pizîşkî berdin ku ev yeka gef e li ser canê nexweşan e.