Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Urmiyê erdhejeke 5.8 pileya rîxterî hat

12:23 - 23 Şibat 2020

Di piraniya bajarên ser bi parêzgeha Urmiyê de redhejeke 5.8 rîxterî çê bû, û heya nih bi sedema wê erdhejê gelek xisarên malî gihane xelkê û pêka amarên hatine belavkirin 25 kes li Rojhilatê kurdistanê birîndar bûne.

Roja Yekşemê 4`ê reşemehê, serê sibêdehê, demjimêr 9:22 xûlek dema Rojhilatê Kurdistanê, erdhejek bi qasê 5.8 pile navçeyên sînorî yên Rojhilat û ‎Bakurê Kurdistanê hejand. Li gor agahiyên hatine belavkirin, navenda erdhejê bajarê Xoyê a Rojhilatê ‎Kurdistanê bûye.

Berdevkê Saziya Hawarhatin a rejîma Îranê, Mucteba Xalidî, daye zanîn, di wê bûyera erdheja parêzgeha Urmiyê de, 25 kes birîndar bûne û bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Erdhejek bi pileya 5.8 rîxterî parêzgeha Urmiyê hejand û di gelek bajarên wekî, Urmiye, Selmas, xoy û nemaze devera Qutorê, erdhej çêbûye.

Herwisa li Bakurê Kurdistanê jî, li bajarê Wanê erdhej çêbûye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ku li gor agahiyên destpêkê, li bajarê Wanê ji ber erdhejê 7 kesan canê xwe ji dest dane û gelek ziyanên madî jî çêbûne.