Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Urmiye îtila`atê 15 navendên çavdêrîkirina li ser întêrnêtê ava kirine

12:37 - 17 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Îdareya îtila`ata rejîma Îslamî a Îranê, li parêzgeha Urmiyê, 15 navendên ajanîkirin li dijî întêrnêtê avakirine.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îslamî ya Îranê, bo çavdêrîkirina  li ser xelkê, 15 navendên taybet li cihên ewlehî û leşkerî yên xwe , li çendîn cihên bajarên ser bi parêzgeha Umriyê ava kirine.

Nûçegihaniya malpera “Kurdistanmedia”yê, di raporeke xwe de  bas ji vê kiriye ku, ev navendane ji aliyê îtila`atê ve hatine avakirin û armanca serekî çavdêrîkirina li ser “Aplication”ên wekî, Telegram û Facebookê ye.

Li gorî vê raporê, rejîmê li parêzgeha Urmiyê li bajarên wekî, Selmas, Serdeşt, Saînqela, Tikab, Çaypare, Şino, Mako, Çaldiran û Pîranşarê navendên han avakirine.

Hevdem lezgîniya întêrnêtê jî li bajarên Kurdistanê heya asteke zêde daketiye, û fîltêrşiken jî, bi dijwarî kar dikin.

Berê jî, rejîma Îslamî ya Îranê, li riyên cuda hewl dabû ku, li dijî bajarên Kurdistanê ajaniyê encam bide.

Her di vê pêwendiyê de, kompaniya” Google” jî, bi awayê fermî ragehandibû ku, bo piştevanîkirin li ewlehiya bikarnînên Dunuiya mecazî, çend “Aplication” Androyê qutkirine.