
Berpirsa Giştî ya “Perwerde û Hînkarî” ya parêzgeha Urmiyê, “Mehîn Menafî” daye zanîn, ku me hewceyî bi wergirtina 10 hezar kesan heye û di îsal de 1 hezar û 500 kes jî dê bêne malnişînkirin.
Roja Şemî 20 Şibatê, Berpirsa Giştî ya Perwerde û Hînkarî ya parêzgeha Urmiyê, “Mehîn Menafî” ragihand: “Hewce ye ku em îsal 8 hezar û 429 kesan werbigrin û bi sedema malnişînbûna 1 hezar û 500 kesan, hejmara wan kesan ku bo Perwerde û Hînkariyê hewce ne, digihije bi 10 hezar kesan.
Wê berpirsa rejîma Îranê daye zanîn ku wergirtina wan 10 hezar kesan, dê bi 2 awayê ceribandina dana kar û zanîngeha “Ferhengiyan” be.
Herwisa “Mehîn Menafî” daye xuya ku di bajarê Pîranşarê de kêmbûna bûdceya serane ya hînkarî û huneristanî heye ku yek ji pirsên girîng e.
Pêka qotina wê berpirsa rejîmê, di parêzgeha Urmiyê de 37 hezar kesên ferhengî hene ku karê perwerde û hînkarî li 5 hezar xendingehan, li stuyê wan in.
Rejîma Îranê bûdceya hewce bo xwendingeh û dibistanan nade û çendîn sal e ku ew pirsgirêk heye, lê çareser nakin.