Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê pirsgirêka micid a averoyan heye

13:22 - 13 Nîsan 2021

Zêdetir ji 2 li ser 3ê averoya bajarê Kirmaşanê tevlî Ava çemê “Qeresû” dibe û herwisa li bajarê Îlamê jî çendîn sal e ku, xelk azara bêhna pîs a averoyan dikêşin û ji piraniya xizmetkarian jî bêpar in.

Berpirsê Giştî yê Parastina Jîngeha parêzgeha Kirmaşanê, “Fireydûn Yawerî” daye zanîn ku %65a averoya bajarê Kirmaşanê bê ti palavtinek, tevî Ava çemê “Qeresû” dibe û bi tenê %35 a averoyan tê palavtin ku, qeyraneke jîngehî ye

Çemê “Qeresû” serekaniya xwe ji “Serab” a  “Rewanser”ê digre ku li 50 kîlometriya bajarê Kirmaşanê ye û li 15 kîlometriya Kirmaşanê, çemê “Razawer” û tayên vê, tevlî çemê “Qeresû” dibin.

Herwisa li parêzgeha Îlamê ku ji piraniya xizmetkariyên wekî, kêmbûna keskatiya li nav bajar û kêmbûna îmkanatên bajarî di azarê de ye û bajarê Îlamê çendîn sal e ku, rastî bêhna pîs a averoyan bûye û berpirsan heya niha ti karek bona wê pirskirikê nekirine ku nerizayetiya xelkê çendîn taxan” li pey xwe ve aniye.

Pêka ragihandinên girêdayê rejîmê, Îlam yek ji wan bajarên geşenekirî ye ku, çendîn pirsgirêkên micid li aliyê, aborî, çandî, tendurist û siyasî hene.