Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Parîsê rêûresma 26.mîn salroja terora Mîkonosê hate lidarxistin

17:51 - 18 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Bi boneya 26.mîn salroja şehîdên Mîkonosê ya bi destê terorîstên rejîma Îslamî ya Îranê, rêûresmek li bajarê Parîs a paytexta welatê Firansyayê hate lidarxistin.

Roja Yekşemî rêkevta 25`ê Xermanana 1397`an, li ser goristana Firansayê rêûresmek ji bo bîranîna şehîdên Mîkonosê bi rê ve çû.

Nûneratiya PDKÎ ya li dervey welat, roja Yekşemî bi boneya 26.mîn salroja  şehîdkirina “Dr. Sadiq Şerefkendî”, sekreterê giştê yê vê demê yê PDKÎ û hevalên wî  yên bi navên “Fetah Ebdulî”, “Humayon Erdela” û “Nûrî Dêhkurdî” ku li welatê Berlîn a Welatê Almanyayê, bi destê terorîstên Komara Îslamî ya Îranê hatine şehîdkirin, rêûresmek  hate lidar xist.

Ev  rêûresma, bi beşdariya beşeke xuya  ji endam û alîgêr û dostên PDKÎ, û herwisa nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurd û Îranê hate lidarxistin, “Şaho Husêynî” nûnerê hizbê yê li dervey welat, di destpêkê de bi zimanê Kurdî û Fasrî bixêrhatina kesên beşdar kir.

Nûnerê hizbê yê li dervey welat bas ji kesayetiya “Dr. Sadiq Şerefkendî” kir û got ku ne tenê di warê zanabûn û lêhatîbûnê de kesayetiyekî bê mînak bû, belku şiya hizbê di rewşeke dijwar de rêberî bike, û bigihîjîne destê nefşa nû heya di xebatê de berdewam bin.

Di berdewamiya axavtinên xwe de, Husênî îşare bi bombebarana roja 17`ê Xermananê ya hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ya bo ser binkeyên Partiya Demokrat kir ku di nav de, dehan kes ji kard, rêber, pêşmerge, jin û zarok şehîd û birîndar bûn.

Her di vê axavtinê de, nûnerê hizbê got ku; Her çavan ku ev bûyera dilgiran birîneke mezin li ser cendekê Partiya Demokrat danî, û dijminên gelê Kurd, komara Îslamî  wisa hesab dikir ku, bi vê êrîşa hovane, tevgera rizgarîxwazî di Kurdistana Îranê de, wê bêhêz be, yan jî jinav bibe, lê berevajiyê vê xeyala komara Îslamî ya Îranê, xelkê xwedî şeref yê Kurd û civatên Kurdistana Rojhilat bi girevgirtineke berfireh û yekdeng nîşand dan ku pêwendiyên di navbera hêzên Kurd yên şoreşger de ji vê bihêztir û qahîmtir e, ku bi êrîşeke wiha ya mûşekî ji nav biçe, yan jî heta bêhêz be, belku bihêztir jî bûye.

Husêynî di dawiya axavtinên xwe de, spasiya kesên beşdar kir, û hemen gotar jî bi zimanê Farsî pêşkêşî mêhvanan kir û di dawiyê de jî, kesên beşar di vê rêûresmê de, serdana qebrên şehîdên “Vienna”yê yên “Dr. Qasimlo” û “Ebdullah Qadirîazer” kirin, û destegullek  ji bo rêzgirtinê li ser tirba wan danîn.