
Roja Yekşemî 1`ê Gulanê, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, mamostayan bona nîşandana nerizayetiyên xwe hatine li ser şeqaman.
Mamostayên xwendingehan daxwaza wan mafên xwe dikin ku rejîma Îranê ji wan standine.
Di wan xwenîşandanên nerizayetiyê de mamostayan çendîn silogan qîrandine ku beşek ji wan wiha ne: “Mamostayên binçavkirî azad bikin, hawar hawar ji ev qas zilm û zordariyê, mamsota biqîre û daxwaza mafên xwe bike”.
Di bajarê Bûşêhrê de hêzên serkutker ên rejîmê êrîşî li ser xwenîşandanên aram ên mamostayan kirin û piştî lêxistin û kutanê êrîşî li ser hejmarek ji mamostayên wekî, “Hemîd Xuceste, Erdeşîr Siyadî, Yûsif Seyadî, Fireydûn Şefî`î, Mehmûd Milakî û Muhsin Umranî” kirin û ew binçav kirine.
Ew heyama 2 salan e ku mamostayan ji alî û berpirsên peywendîdar ên rejîmê daxwaz dikin ku, bersiva daxwazkariyên wan ên wekî zêdekirina mûçe, wekhevîkirin û herwisa xwendina bi zimanê dayîkê bidin lê, netenê ku bersiva wan nehatiye dan belkî ew serkut jî kirine.