Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li roja cîhanî ya kedkar de çendîn kes li Kurdistan û Îranê hatine binçavkirin

12:43 - 2 Gulan 2021

Li roja cîhanî ya kedkar de li bajarê Sinê çendîn kes û li bajarê Tehranê jî 30 kes hatine binçavkirin û rejîma Îranê hewla têkdana wan kombûnan dabû.  

Roja Şemî 1ê Gulanê, li çend bajarên Kurdistan û Îranê de bi hilkefta “1ê May” ku roja cîhaniya Kedkar e kombûn hatine lidarxistin û çendîn çalakvanên kedkarî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û li bajarê Sinê de jî hejmarek ji beşdarbûyên wan kombûnan yên wekî endamê Heyeta Birêveberî yên “Yekîtiya Azad a Kedkaran”, “Şêys Emanî” hatine binçavkirin.

Pêka rapora “Yekîtiya Kedkarên Azad” li bajarê Tehranê, 30 kes ku hewla lidarxistina kombûna kedkarî li rûbirûyê Wezareta Kar hebûn, hatine binçavkirin.

Li bajarê Sinê de beşdarbûyên kombûna kedkarî ji aliyê karbidestên rejîmê ve rastî kutan û lêdanê hatin.

Li bajarên “Kerec, Qezwîn, Erak, Merîwan, Meşhed, Xurem Abad, Îsfehan, Reşt û Tewrîz”ê de jî kombûnên kedkarî bi hilkefta 1ê “May”ê hatine lidarxistin.

Daxwazên giştî li wan kombûnan de, “zêdekirina heqdesta kedkaran, bîmeya bêkarî, vaksînekirina bê beranber û seranserî, dawîanîn bi ewlehîkirina narizayetiyên sendîkayî û medenî û herwisa berdana lezgîn ya kedkarên binçavkirî” li xwe girtine.