
Di Rojhilatê Kurdistanê de bi sedema çinîna şaş a pincarên xwezayî û giyayên dermanî ji aliyê welatiyan ve gefa jinavçûnê li ser 50 curên pincarên xwezayî û giyayên dermanî heye.
Bi sedema çinîna zêde û şaş ji pincarên xwezayî û giyayên dermanî û berçavnegirtina şêwaza çinîna wan giyayan, zêdetir ji 50 curên giya li Rojhilatê Kurdistanê ji nav diçin û hewce ye ku xelk tevî mifahvergirtin ji wan berhemên xwezayî, rêje û şêwaza serast a çinîna wan bizanin û nebin sedema jinavçûna jîngeh û sirûşta Kurdistanê.
Pincarên xwezayî û giyayên dermanî li bilindahî û çiyayên Kurdistanê tevî ciwaniyek zêde bo sirûşta Kurdistanê, beşek ji xwarin û bi taybet dermanên sirûştiyên xelkê dabîn dikin, lewma hewce ye ku xelk tevî mifahvergirtin, wan biparêzin û şêwaza serast a çinîna wan berçav bigirin.
Parastina xweza û sirûşta Kurdistanê yek ji erkên girîng ê her kurdek welatparêz e û bo parastina wê xwezayê çendîn xortên wekî şehîd “Şerîf Bacwer” û hevalên wî canê xwe fîdayê parastina jingeha Kurdistanê kirine, lewma hewce ye ku keda wan şehîdan jî bê parastin.