
Li bajarê Îlamê di Rojhilatê Kurdistanê, ji ber kepsola bariye gazê ya 800 kîloyî, teqîneke mezin çêbû. 110 kes bi giranî , bi giştî 230 kes jehrî bûn.
Li bajarê Çardawil ê ser bi parêzgeha Îlamê teqînek bihêz çêbû.
Serokê Zanîngeha Îlamê Mihemed Kerîmî ragihand, 230 kes di encama teqînê de jehrî bûne û rewşa 106 kesan giran e.
Ew teqîn ji ber botlaya gazê ya 800 kîloyî çêbûye.
Fermandarê Çardawilê jî destnîşan kir, ew botlayê teqiyaye gaza klor bû û ji ber wê xelk jehrî bûye.
Li gor gotina kesekê ji teqîna Îlamê li nexweşxaneyê ji medya Îranê re ragihand, teqîn hide bi hêz bû ku “Min min jêve bû erdhej çêbû.”
Herwiha li gor zanyariyan, teqîn ji ber xemsariya şofêrê barhilgir çêbûye û heta niha kesî ji ber wê teqînê can nedaye.