Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser çiyayê “Awyerê” alaya pîroz a Kurdistanê hate hildan

18:54 - 26 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li ser çiyayê serbilind a bi navê “Awyerê” alaya pîroz a Kurdistanê hildan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî 3`ê Xermananê (25`ê Tebaxê) endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Sine, bi armanca nû kirina peymana emegnasiya xwe digel PDKÎ û rêbaza şehîdên Kurdistanê, li ser çiyayê bi navê “Awyer”ê alaya pîroz a Kurdistanê hildan.

Di heyama çend rojên borî de, endam û alîgirên PDKÎ,di piraniya bajar û bajarokên Kurdistanê de, bi encamdana kar çalakiyan, û belavkirina tirakit û postêr û hildana alaya pîroz a Kurdistanê, emeginasiya xwe ji rêbaza PDKÎ re nîşandan û peymana xwe digel rêbaza tijî ji serbilindî a şehîdên Kurdistanê nû kirin.