Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser “Football”ê Wezîrê Perwerdehiyê hate cezakirin

14:27 - 10 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Perwerdehiyê yê rejîma Îranê li ser biryara weşandina pêşbaziya “Football”ê di xwendingehan de hate cezakirin.

Mihemed Bethayî Wezîrê Perwerdehiyê yê rejîma Îranê ragehand: “Piştî vê ku min biryar da, bexşnameyekê belav bikin, ku li gor vê bexşanameyê ew xwendingehên ku îmkanat hebin, pêşbaziya “Football”ê belav bikin bo dersxwanan, ez ji aliyê beşek ji deshilatê ve hatim bangkirin û cezakirin. 

Di meha Xezelwerê de bû ku Wezareta Perwerdehiyê di bexşnameyekê de ji hemû xwendingehên keç û kuran daxwaz kiribû ku hekî îmkan hebe, pêşbaziyên tîmên “Persepolis” û “Kashima Antlers” a “Football” a Japonê bi awayê rasterast bo dersxwanan belav bikin.

Mihemed Bethayî Wezîrê Perwerdehiyê yê rejîmê her wisa di vê derheqê de ragehandiye ku dema wan bexşanameya weşandina pêşbaziya “Football”ê belav dikirin, qet çaverê nedikirin ku weha bi germî pêşwazî jê bê kirin.

Serbarê vê yekê, li gor gotina Wezîrê Perwerdehiyê hinek ji mamostayan gazinde li bexşnameyê hebûn, û gellek ji xwendingehan rewşa wan û cihê wan amade nebû bo weşandina pêşbaziya “Football”ê.