
Dewleta Îraq ê biryar da ku niha pêde, tu hêzekê çekdar mafê hindê çinîne ku xwenîşanderan bide ber gullan.
Roja Sêşemiyê 28ê Tîrmeha 2020 an, Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Îraqê di biryarekê de ragihand ku li hember nerizayetî û xwenîşandana welatiyên Îraqê de çi yêk ji hêzên çekdar, heq çinînin ku teqê bikin.
Kazimî di wê biryarê de ji hemî hêzên Polîs û Ewlehî û Artêş û dije şorişê xwastiye ku bi sedema nerizayetiyê, tu caran xelkê welatê xwe nedne ber gullan, û bila xwenîşanderan di hember egera êrîşa wan aliyan biparêzin ku dixwazin ji ava şêlû masiyan bigrin, meqseda Kazimî ji wan Girûp û aliyan jî, milîs û girûpên girêdayî yê rejîma Îranêne.
Kazimî herwisa ragihandiye ku ew mijulî darêtina hinek biryaran de ye ku, dê daxwazên xelkê bi destve bên û bigehne xwezî û mafê ku dixwazin.
Ew biryara nû ya Serokwezîrê Îraqê bi dilê rejîma Îranê û milîsên wê di nava Îraqê de nine.
Di heyamê derbasbûyî de, Saziya lêborîna navnetewî di raporekê de eşkere kiribû ku, ew xwenîşandanên Îraqî ku hatina kuştin, bi derba gullên çêkiriye Îranê hatine kuştin.