Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li “Sewlava”yê Xwefiroşek hat kuştin

19:27 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2022

Pêka nûçeya gehiştî bi malpera “Kurdistanmediya”yê roja Pêncşemî 21ê Tîrmehê, demjimêr 11ê paşîvro xwefiroşek li nêzî baxê wî hat kuştin.

Nasnameya wî xwefiroşî “Qehreman Şehîdî” xelkê gundê “Sûretû” yê girêdayî bajarê “Sewlava”yê  hatiye ragihandin.

Xelkê deverê behsa vê yekê dikin ku, ew xwefiroş di sîxurîkirin û dana raporan li ser partiyên Kurdî yên dijberên rejîma Îranê de dest hebûye, û çendîn kes bi sedema sîxurîkirina navbirî şehîd bûne.

Laşê wî xwefiroşî niha di pizîşka dadwerî ya bajarê “Merîwan”ê de ye.

Ew xwefiroş ji aliyê kesên nenaskirî ve hatiye kuştin.