Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Seyîdabad a girêdyî bajarê Mehabadê nesaxiyên pêstî derdikevin

12:13 - 19 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Li gundê Seyîd abad a girêdayî bajarê Mehabadê, bi sedema kombûna paşmav û kêrisê malan, xelkê wî gundî nesaxiyên pêstî giritine.

 Li gorî raporên navxweyî ku belavbûne, bi sedema peçatina nedrust a paşmav û kirsê malan li gundê Seyîdabad a girêdayî bajarê Mehabadê, û gemrbûna hewa û zêdebûna Mêş û Mar, xelkê wî gundî rastî nesaxiyên pêstî hatine.

Bi sedema pêranegihîştina navendên tendrustî û têkildar yên di wê deverê de, derheq çareserkirina arîşeyên wiha, nêzîkî 20 hevwelatiyên gundê Seyîdabadê nesaxiya pêstî giritine.

Gundê Seyîdabadê di 15 Kîlometriya bajarê Mehabadê hilketiye, û zêdeyî, Hezar û 700 kes nifosî wir jiyana xwe derbaz dikin û bi sebeba xemsarî û guhnedana navend û berpirsên deverê, derheq çareserkirina arîşe û pêranegihîştinê, hevwelatî rastî astengiyên bi wî awayî hatine.

 

Herwisa cêhgirê Fenî yê berevanîkirin li jîngeha parêzgeha Urmiye, derheq arîşeyên jîngehê yên gundê Seyîdabad a girêdayî bajarê Mehabadê, û tijîbûna cihê komkirina paşmav û kirsê wî gundî got: Cihê komkirina paşmav û kirsê Seyîdabadê cewaza jîngehê nebûye û heya niha her tişt bi bê çavdêriyên navendên jîngeh û tendrustiyê hatine encam dan.

Her di vê derheqê de, di heyama çend rojên derbazbûyî de, bi sedema komnekirina paşmav û kirsê malan, şeqam û kolanên van bajaran bibûne kirsdank, û şaredarî û navendên têkildar jî tu hewlek, bo çareserkirina vê arîşeya ku pisîra bajar giritiye nedane, xemsarî û guhnedana berpirsên rejîmê derheq pirsgirêkên wiha dibe sedema çêbûna nesaxiyên pêstî û herwisa tendrustiya hevwelatiyên van deveran jî dixîne metirsiyê.