
Fermandeyê Henga Merzî ya bajarê Merîwanê bi hêceta celebê qaçax, dest bi ser 34 ser Pezê xe wê herêmê de girtin ku bi nirxa 85 milyon Tumenî tê texmîn kirin.
Roja Sêşemî 2ê Adarê, Fermandeyê Henga Merzî ya bajarê Merîwanê, “Ferhad Rizayî” ragihand: “Bona dayxistina sînoran û rawestan di hember qaçaxa pez û heywanan, em sînoran kontrol dikin û me karî dest bi ser 34 ser pez de bigrin ku kasibkaran dixwestin ji welat derxînin.
Rejîma Îranê tevî zewtkirina terşê xelkê, Pezê wan dibin û di bazaran de difroşe û dahata wê bo berjewendiyên xwe xerc dike.
Jiyan li deverên sînorî gelik dijvar e û xelk bi neçarî û bona peydakiriona parîyek nanê helal yan terşdariyî û werzîgariyê dike, yan kolberî û kasibkariya li ser sînoran dike.
Cihê jiyana wî xelkî çiyayên ser sinûrîne û xelk neçare bona çêrandin û derêxistina terşê xwe derkevne çiya yan, ku rejîm jî bi avayên cur bi cur dest bi ser mal û terşê wan de digre.
Xelkê koçer û kasibkar hatûçûya zozanan dikin, piraniya caran hêzên rejîmê berahîka wan digrin û nêzîk bûna wan bi çiya yên ser sinûr bi karê qaçax dihesibînin.