Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li sînorê Pîranşarê ajotvanên tankerên veguhastina benzînê perîşan bûne

17:35 - 20 Şibat 2021

Pêka gotina ajotvaneke tankerên veguhastina benzînê, bi hezaran tankerên veguhastina benzînê li sînorê bajarê Pîranşarê di gumrikê de mane û îzna derbas bûna bo Herêma Kurdistanê, bi wan nayête danê.

Ajotvaneke tankera veguhastina benzînê bo herêma Kurdistanê daye zanîn ku, zêdetir ji 2 hezar tankerên benzînê li pişt sînorê Pîranşarê digel Herêma Kurduistanê de mane û îzna derbas bûna bo Herêma Kurdistanê, bi wan re nehatiye dan û zêdetir ji 15 heta 20 rojan e ku ew tankêrên benzînê gumrîkê de mane û metirsiya teqîna wan heye ku dê karesatekê biqewimîne.

Herwisa wî ajotvanî daye zanîn ku, her çi qas ku li pey wê pirsgirêkê dikevin, ti encamek nebûye û kompaniyan bersiva wan nedaye û niha di her kunceke wî barazê de çendîn tankerên bênzînê hene û bi hebûna wan metirsiyan, ew bi neçarî mane.

Herwisa wan ajotvanan bi caran serdana gumrikê jî kirine, lê serdanên wan ti encamek tine bûye û herwisa daxwaz ji berpirsan bi taybet ji Fermandarê Pîranşarê kirine ku, li wê derheqê de çareseriyekê bike ku mana ew qas tankerên benzînê, qezayeke wekî Îslam Qel`ê, neqewime.