Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li sînorê Sûriye û Îraqê fermandeyekî Spaha Pasdaran a terorîst hate kuştin

12:00 - 1 Kanûna pêşîn 2020

 

Pasdarekî rejîma Îranê digel çend kesên din li navbera sînorê Sûriye û Îraqê ketin ber êrîşa esmanî ya hêzên Amerîkayê û hatine kuştin.

Roja Duşemî 30ê Çirriya Paşîn, çavkaniyên Îraqî ragihandine: “Fermandeyekî Spaha Pasdaran ku li rêyek di navbera Îraq û Sûriyê de diçû Sûriyê ji aliyê balafirên bêpîlot yên Amerîkayê ve hatine naskirin û ew kirine armanc ku di encam de Fermandeyekî Spaha Pasdaran yê bi navê “Muslim Şehdan” digel 3 kesên din hatine kuştin”.

Spaha Pasdaran a terorîst ku hêza serekî ya fitne û aloziyan di Rojhailata Navîn de ye, li Îraq, Sûriye û Lubnanê, tim ji aliyê hêzên dijî terorîstan yên welatên din bi taybet hêzên Amerîka û Îsraîlê ve bûne armanc û her car derbeyekî  giran bi rejîma Îranê dane ku kuştina pasdarê terorîst, “Qasim Silêmanî” jî yek ji wan êrîşan bû.

Girûpên girêdayê rejîma Îranê, bi tewawî ji aliyê rejîma Îranê ve têne dabînkirin û tev kar û erkên wan girûpan li “Tehran”ê têne dariştin û diyarîkirinê ku tev li çarçoveya dijatî digel netwa Ereb, afirandina fitne û geşepêdan bi terorizmê ye.