
Kurdistanmedia: Endam û alîgêrên PDKÎ bi boneya weşana “TishkTV” yê,li gundê “Tengîser”ê çalakiyên tebilîxî birêve birin.
Roja Çarşemî, 8`ê Reşemehê, endam û alîgirên hizbê li gundê “Tengîser” a hertim Demokrat, bi hildana alaya Kurdistan û Logoya “TishkTv”yê, piştevaniya xwe bo hizb û weşana “TishkTv”yê nîşan dan.
Piştre demjmêr 3`ê paşnîvro a vê rojê, ji aliyê kirêgirtiyên rejîmê ve, ev ala û Logo anîne xwerê.
Xelkê azadîxwaz û nîştimanperwer yê Kurdistanê, endam û alîgêrên PDKÎ, li bajarên Îran û Kurdistanê, piştî belavbûna nûçeya weşana bernameyên “TishkTV”yê li ser mahwarê, piştevaniya xwe nîşan dan.
Di heyamên borî de, bi boneya weşana kanala “TishkTV”yê, komek çalakî li gund û bajarên Kurdistana Rojhilat hatine lidarxistin, û digel dijberiya hêzên leşkerî yên rejîmê rûbirû bûne.
Kanala “TishkTV” li ser mahwara “Yasasat”, li ser firkansa 12594 û Sîmboreta 27500 wê weşanê bike.