
Kurdistanmedia: Tevî hemû givaş û astengiyên ku rejîma Îranê li dijî xelkên Kurdistanê bopêşîgirtin li birêvebirina merasimên newrozî diafirîne, lê Kurdên bajarê Bokan û deverên derdorê, cejna newrozê lidarxistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, tevî vê ku, Saziya Spaha Pasdaran a terorîst ya rejîma Îranê, gef li xelkên Kurdistanê dixwe ku, nabe merasima newrozê birêve bibin, lê xelkên xebatkar yên Kurdistanê jî, bi gotina “neyeke giran” birsiva dezgehên serkutkar yên rejîmê dan.
Di wê rêûresmê de, endam û alîgirên PDKÎ, bi belavkirina çalakiyên teblîxî û belavkirina sedan postêrên taybet li ser çiyayên “Terexe”, pêşwaziya newroza Kurdevarî kirin.
Di wê merasimê de, postêrên taybet bi PDKÎ û postêrên Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, bi nivîsîna siloganan bo kanala “TISHK tv” û Rasanê, pîrozkirina sersala nû, bilindkirina alaya Kurdistanê li ser bilindahiyên çiyayên “Daregerdele û Îlimabad” û belavkirina Şêrîniyan, weşana “TISHK tv”yê, pîrozkirin.