Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Tirkiyê di 3 mehan de Îraniyan hezar û 600 xanî kirîne

13:56 - 17 Nîsan 2021

Pêka amarên Tirkiyê di wan 3 mehên destpêkî yên salê de, Îraniyan hezar û 599 xanî li wî welatî de kirine ku, hejmara herî zêde ya kirîna xaniyan ji aliyê biyaniyan li Tirkiyê ye.

Roja Înê 16ê Nîsanê, amarek ji kirîna xaniyan ji aliyê kesên biyanî ve li Tirkiyê hate belavkirin û pêka wê amarê, ji wan 3 mehên destpkî yên salê de, Îraniyan zêdetirîn hejmara kirîna xaniyan li wî welatî de hene û pêka wan amaran hezar û 599 xanî, bi piranî li bajarên “Istenbol, Antaliya û Engerê” de kirîne.

Firotina xaniyan li Tirkiyê di meha “Adarê” de pêka 2 mehên berê, bi qasî %37 geşe kiriye.

Xaniyên ku ji aliyê Îraniyan ve hatine kirîn, li navendên ticarî û cihên geştiyarî yên Tirkiyê de ne û nirexeke gelek zêde hene; Li Îranê bi piranî berpirsên rejîmê ew qas perê zêde hene û darayiya xelkê Îranê li wan cihan û bona berjewendiyên xwe xerc dikin.

Li 3 mehên derbasbûyî li Tirkiyê, bi gelemper 10 hezar xanî bi biyaniyan re hatine firotin ku kesên Îranî zêdetirîn hejmara kirîna wan xaniyan hene.

Xelkê “Îraq, Rûsiye, Efxanistan, Qezaqistan û Alman”ê piştî Îranê, zêdetirin hejmara kirîna xaniyan li Tirkiyê hene.