Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Tirkiyê hilbijartinên şaredaiyê birve diçe

12:00 - 31 Adar 2019

Kurdistanmedia: Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hilbijartinên şaredariyê birêve diçin û hevwelatiyên Tirkiyê yên ku mafê dengdanê hene wê biçin ser sindûqan.

Li Tirkiyê piştî guhertina sîstema desthilatdariyê, ev yekemîn care ku bona diyarî kirina şaredaran, hilbjartinên şaredaran di wî welatî de birêve diçin û hevwelatiyên ku mafê hilbijartinê hene wê di vê piroseyê başdarî bikin.

Di hilbijartinîn wê carê yên Tirkiyê de, 56 milyon û 911 hezar û 967  kesan mafê dengdanê hene.

Di van hilbijartinan de 30 serokên şaredariyên mezin, li 81 bajar, 922 navçe, û 386 bajarokan bi giştî 8 hezar û 270 berbijêrên şaredariyan wê bên hilbijartin.

Di vê hilbijartinê de 12 partiyên siyasî û 3 hevpeymanên fermî digel yektir rikeberiyê dikin.

AKP û MHP: Hevpeymaniya Cumhûr pêk tînin.

CHP û İyi Partî û Sa`adet Partî: Hevpeymaniya Milet pêk tînin.

HDP û 6 Partiyên Kurdî ne ku: Hevpeymaniya Kurdistanê pêk tînin.

li ser daxwaza HDP`ê 92 çavdêr ji welatên Ewropayî çavdêriya piroseya vê hilbijartinê dikin, û di nav wan de jî, hejmarek parlemanterên Ewropî û kesayetiyên siyasî yên welatên Ewropayê jî hene.

Hilbijartinên şaredariyê, li Tirkiyê 5 salan carek birêve diçe.