Ebû El-Hesen El-Qureîşî serkirdeyê nû yê girûpa DAÎŞê, ji aliyê hêzên ewlehî ên Tirkiye ve hat desteserkirin
Roja Pênşemî 26`ê Gulanê, berprisên paybilind yên Tirkiyayê ku nexwastin navên eşkere bibe ragihandin, hêzên dijî terorê yên Tirkiye li bajarê Îstenbolê Ebû El-Hesne El-Qureîşî serkirdeyê nû yê Dewleta Îslamî a naskirî bi DAÎŞê dester kirine.
Herwisa nûçegihaniya Bloombergê jî di raporeke xwe weşandiye ku, berpirsên fermî û paybilind yên Tikiye ku nexwastine navên wan eşkere bibe, nûçeya destserkirina Ebû El-Hesen El-Qureîşî serkirdeyê nû yê girûpa terorîstî a DAÎŞê, ji aliyê hêzên polîs yên dijî terorê û hêzên ewlehî yên wî welatî ve,li bajarê Îstanbola pejirandin e.
Ebû El-Hesen El-Qureîşî piştî kuştina Ebû Îbrahîm Haşmî Qureîşî ji aliyê hêzên leşkerî yên Amerîkayê ve li Sûriyayê de, wekî serkirdeyê nû yê wê girûpa terorîstî hatibû destnîşan kirin.
Pêka raporên berê yên nûçegihaniya El-Erebiye, Ebû El-Hesen El-Qureîşî li sala 2019`an de, serokê dadweriya DAÎŞê û serfermanderiya giştî yê şerî`etê ya vê girûpê bi stû bûye.