Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li tirsa Pêşmergên Kurdistanê, jiyan ji berpirsên rejîmê tal bûye

13:56 - 23 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Kurdistanê ku berdewam çiqila nav çavê dojmin bûye, û piştî serhildana xebata nû ya Rojhilata Kurdistanê, bo dojmin bûye cihê tirsê û bo gelê Kurd jî bûye cîhê hezkirinê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, bikirêgirtiyên rejîmê li tirsa hêza pêşmergê Kurdistanê li hindira Rojhilata Kurdistanê,  ketine hereket û bi şev di nava gund û çiyayên Kurdistanê de, li pey pêşmerge digerin.

Her di vê derheqê de, Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê li devera “Jawero’ a girêdayî bajarê Merîanê ragihandiye: “Besîcên girêdayî Spaha Pasdaran a terorîstî, li tirsta hebûna hêza pêşmergê Kurdistanê, li derdor û nav gundê “Ewêheng, Hûye, Saliyan û Nicê” li devera Jawero, bi şev bi berdewamî li pey cihên mayîna pêşmerge diger in.

Her li gorî wê çavkaniyê ku daye xûyakirin, ku ew herekete ji aliyê komek ji ciwanan ve tê encamdan ku, li warê madî ve kesên hejarin û soz ji wan re dane ku, hekî li kiryarên dijî gel amadebin, ji wan re pere didin yan jî di dema zevicînê de alîkariya malî ji wan re dikin.

Rejîma Îranê ku li sala 1357`an, bi zorî û serokta xelkê, dest bi ser şoreşa gelên Îranê ve girt û piraniya dijberên xwe di meydanê de derkirin, tenê hêzek ku berdewam li hemberî ravesta, hêzê pêşmerge bûye û Kurdistan 40 sale wekî çawa li destpêkê dengê erênî bi wê rejîmê neda ye, niha jî  bi hêzekî xurtir wekî caran xurtên şoreşgerên vê bo berevanîkirin li hemberî siyasetên dagîrkerî wê rejîmê diçine meydan xebat  û xeva xweş li çavên dagirekerê Kurdistanê herimandi ne.