Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Almaniya bo yad û bîra şehîdên 5`ê Xezelwerê rêûresmek lidar xistin

11:15 - 28 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Civata Kurdî di welatê Almaniyayê de bo vebîranînan şehîd Dr. Seîd Çirokaya rêûresmek lidar xistin.

Roja Yekşemî 5`ê Xezelwera 1398`an, civata Kurd  li bajarê Hamburg ya welatê Almaniyayê, merasimeke taybet bo yad û bîra şehîd Dr. „Seîd Çirokaya“  bi amadebûna malbata  şehîd Dr. Seîd Çirokaya û hejmarek zêde ji pispor û kesayetiyên siyasî, çend endamekî parlemana Almaniya û Saziyên siyasî birêveçû, û şandeke komîteya PDKÎ li Almaniya bi serpereştiya „Reşîd Rehmanî“ berpirsê komîteya Hizba Demokrat li Almaniya amade bûn.

Di wê rêûresmêde Pirofisor „Îsmaîl Bêşikçî“ çend gotinek pêşkêşkir û got: Tevgera Kurd pêka hewce nekariye li ser daxwazên xwe pêdagir be, û  Kurd ku di cîhanê de ti hevalekî wî nîne, wata wisaye ku zêdetirîn dujminî heye, û dibe Kurd ew beramberiyane bixe ber çavê xwe û bizane bo pirrkirina wê valahiyê, 40 milyon Kurd heye û dibe hemû yekbigirn û bibin bi hevalê yek du.

Cihê vebiranîniye ku li ser daxwaza fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê li payîza sala 1395`an, desteyek li pêşmergên qehriman yên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ku li warê mîn rakên û karê teqemenî şareza bûn, tevî Dr “Seîd Çirokaya bi merema paqijkirina meydana mînîn ku li şerê dijî girûpa terorîstî ya DAÎŞê, bo pêşengiya şer li nêzîkê bjarê Mosilê hatine şandin, ku mixabin li rêketa 5`ê Xezelwera 1395`an bi sedema teqîna mînê, kadrê jêhatî û berpirsê Fêrgeha Partiya Demokrat a Kurdistana  Îranê „Resûl Mihemedzade“ şehîd bû, û Dr. „Seîd Çirokaya“ jî bi tundî hate birîndarkirin, ku piştî du rojan bi sedema kurbûna birîna wî navbirî jî canê xwe ji dest da.