Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Almanyayê bi boneya 10`ê Xakelêweyê rêûresimek hat lidarxistin

13:23 - 4 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Li 2 bajarên welatê “Almanyayê“ de bi boneya 10`ê Xakelêweyê, rêûresimek taybet birêve çû.

Roja Yekşemî 11`ê Xakelêweya 1398`an (31`ê Adara 2019`an) li bajarê „Berlin“ merasimeke taybet ji aliyê Komeleya dostayetî a Kurd û Almanyayê bi alîkariya du Komeleyên bi navên, Zozik û Civaka Kurd“ bo xebatkarê berê „Hacî Cindî“ bi boneya 10`ê Xakelêweyê hate lidarxistin.

Di wê merasimê de, hejmareke zêde ji nûnerên partî û saziyên siyasî beşdarî kiribûn û komîteya PDKÎ li „Berlinê“ ew merasim  lidar xistin.

Herwisa li bajarê „Êsênîş“ a welatê Almanayay, rêûresmeke taybet bi boneya 10`ê Xakelêweyê ji aliyê Navenda Havkariyê ya partiyên siyasî yên Kurdistanê, bo bilind ragirtina salroja bîranîna şehîdên Kurdsitanê hate lidarxistin.

Ew rêûresim bi xwendina sirûda neteweyî ya  „Ey Reqîb“ û ragirtina bîstek bê dengî bo rêzgiritin ji riha pak a şehîdên Kurdistanê dest pêkir.

Di wê rêûresimê de, peyama aliyên siyasî û hejmarek ji kesayetiyên Kurd bi boneya 10`ê Xakelêweyê û herwisa rol û kesayetiya „Pêşewa Qazî Mihemed“ pêşkêş kirin.

Herwisa peyama komîteya PDKÎ ji aliyê „Davûd Heyderî“ hate pêşkêşkirin ku, basa rola „Pêşewa“ û Komara Kurdistanê di wê serdemê de kir, di dirêjahiya peyama xwe de bas ji xebata niha a Rojhelata Kurdistanê ku bi „Rasan“ hatiye naskirin kir.

Piştre „Behar Husênî“ helbestek li jêr navê „katêk xak, esrînî poşî“ pêşkir kir.

Bi beşeke din a vê rêûresimê de„ Heyder Qadirî“ helbestek li jêr navê „Xakelêwe“ pêşkêşî amadebûyan kir.

Ev rêûresim bi xwendina sirûda „Ey Şehîdan“ dawî pê hat.