Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Kanadayê daxuyaniyek bo tomarkirina şikayet li dijî Xamineyî û Spaha Pasdaran hate dan

17:14 - 25 Kanûna Paşîn 2020

Malbata yekek ji qurbaniyên balafira Ukraynê li dijî rêberê rejîma Îranê Elî Xamineyî û Spaha pasdaran a teroîst, şikayeta xwe tomar kiriye.

Roja Înê, 4`ê Rêbendan, Mamê “Pûne Gurcî”, yekek ji qurbaniyên ketina xwarê a balafira Ukraynê, “Elî Esxer Gurcî”, li ser rûpela xwe a Facebook ê daxuyaniyek daye, di wê daxuyaniyê de baskiriye, ku navbirî digel çend kesên din li dijî Elî Xamineyî û Spaha Pasdaran a terorîst, di dadgeha bajarê Ontariyo a Kanadayê de, şikayet tomar kirine.

Navbirî xistina xwarê a balafira Ukraynê ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve, “kiryarekî terorîstî” daye zanîn û gotiye ku,“Hinek ji malbatên wan qurbaniyan, di dadgeha Ontariyo a Kanadayê de, şikayet Tomar kirine”. Û herwsa baskiriye ku malbatên qurbaniyan, biryar dane ku di “Dadgeha Navnetwî a Lahe” de jî, dijî Elî xamineyî û Spaha Pasdaran a terorîst, şikaytê bikin.

Herwisa, navbirî ti zaniyariyek ji hejmar û navên wan malbatan nedayê zanîn û gotiye ku, navên wan kesan dê veşartî bimînin, û herwisa ji hemû malbatên wan kesên ku kesên xwe di wê trajêdiyê de ji dest dane xwest ku, tevlî koma şikayetkeran bibin.