Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Kanadayî, cejina 2`ê Rêbendanê birê ve çû

18:57 - 29 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Merasima 2`ê Rêbendanê, ya bi boneya 73.mîn salroja avakirina Komara Kurdistanê, ji aliyê PDKÎ ve,  li rojavaya welatê Kanadayî hate lidar xistin.

Roja 6`ê Rêbendana 1397`an, rêûresimek bi boneya 2`ê Rêbendanê, bi beşdariya berçav ya Kurd ên ku,li  bajarê “Vancouver” ” a rojavaya Kanadayî  akincîne, hate lidar xistin

Ev rêûresima bi xwendina sirûda neteweyî ya “Eyî Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzigirtin  ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Piştre peyama komîteyê, ji aliyê “Diyako Xeyat” berpirsê wê komîteyî hate pêşkêş kirin.

Her di vê pêwendiyê de, “Xeyat” tevî îşarekirina bi rola xuya ya Komarê di gerandina  kiramet û nasnameya neteweya Kurd û bandorên li ser hereketa  Kurd di hemû parçên Kurdistan, û rewşa niha ya tevgera Kurd di Kurdistana Rojhilat de nirxand û tekez jî kir ku, hereketa neteweya Demokratîk ya Kurd di vê parçeyê de derbazî  qonaxeke nû a dîrokî û stratîjîk bûye. Tenê riya rizgarî û serbestiyî, beşdarîkirina hemû komên  xelkê Kurdistanê bi hemû çîn û Texan di vê hereketê de ye.

Piştre bi îşarekirina bi rê û aliyên “Rasana Rojhilat”,  bas ji vê jî kir ku, şikestanîna bi siyaseta tirsê ku rejîmê bi rengekî berdewam  mifahê jê wergirtiye, armancên serekî yên Rasanê ne.

Herwisa navbirî di vê peyama xwe de,  bas ji rol û bandorên çalakiyên  pêşmerge derheq têk şikandina efsaneya bihêzbûna dijminê dagîrker û moral dan ji xelkê bê mertal yê Kurdistanê kir.

Navbirî di dawiya peyama xwe de navbirî tevî dubarekirina piştevanîkirin ji “Rasana Rojhilat”, ji hemû xelkê Kurd yên ku li rojavayî welatê Kanadayî dimînin daxwaz kir, da ku bi her awayî ku dikarin alîkariya wê hereketa nû ya Rojhilata Kurdistanê bidin.

Herwisa di beşeke din a wê rêûresimê de, çend helbestên tijî ji naverok û nîştimanperwerane, ji aliyê heval “Hikmet Qolîzade” hate pêşkirin.

Her bi vê boneyî jî, çend saziyên Kurdistanê peyamên pîrozibahiyî şandibûn ku wiha ne:

Partiya Demokrat a Kurdistanê

Saziya Xebat a Kurdistana Îranê

Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê :

Di dawiyî de jî, ev rêûresim bi gotina sitran û mozîkên Kurdî, ji aliyê hûnermendên Kurd yên  bi navên “Muzefer Mehmûdî”, “Muhsên Palanî” û Silêman Ûsif” dawî pê hat.