Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Nicêriyê, 317 keç ji xwendingehekê de hatine revandin

12:14 - 27 Şibat 2021

Polîsê welatê Nîcêriyê daye zanîn ku 317 keçên xwendingeheke wî welatî ji aliyê kesên çekdar yên nesakirî ve hatine revandin.

Roja Îranê 26ê Şibatê, 317 keçên xwendevan ji xwendingeha pêşnavendî ya hikûmetî li gundê “Cangbe” li îyaleta “Zamfara” li bakurê rojavayê Nîcêriyê, ji aliyê kesên nenaskirî yên çekdar ve hatine revandin û polîsê wê îyaletê digel arteşa wî welatî bona peydakirina wan keçan, dest bi operasiyên hevpar kirine.

Pêka gotina perpirsekî payebilind yê Polîs li îyaleta “Zamfara”, renge keçên revandî bi daristanên derdor hatibine veguhastin.

Zêdebûna girûpên çekdar û serkêş li Nîcêriyê, bûye sedema lawazbûna ewlehiya wî welatî ku zêdetirîn hejmara nifûs di nav welatên Afrîqayê de heye.

Heta niha ti girûpekê, revandina wan keçan nekêşaye stuyê we lê, renge ji aliyê girûpên Îslamî yên tundajo wekî girûpa terorîstî ya “Bokoheram”ê ve hatiye kirin.

Revandina keçan li dibistanan, bûye diyardeyek li bajarên Nîcêriyê û li sala 2014an de 276 keç ji xwendingehke Nîcêriyê ji aliyê girûpa tundajo ya “Bokoheram”ê ve hatibûne revandin ku heta niha jî  qedera zêdetir ji 100 keçî roh nîne.