Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Sûêdê bi hilkefta avabûna Komara Kurdistanê semînarek hate lidarxistin

12:46 - 21 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Komîteya PDKÎ, li bajarê Yûtûborî a ser bi welatê Sûêdê, bi hilkefta avabûna Komara Kurdistanê semînarek lidar xist.

Roja Şemî 28`ê Befranbarê (18`ê Kanûna Paşîn) bi hilkefta avabûna komara Kurdistanê, Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Yûtûborî a ser bi welatê Sûêdê semînarek li darxist.

Semînar bi xwindina marşa netewî ya “Ey Reqîb” û xûlek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir.

Piştire “Binyad Celalî” wekî birêveberê semînarê bi kurtî mijara semînarê pêşkêşê amadebûyan kir.

Piştre duktor “Xalîd Xeyatî” mamostayê zanîngeh û şirovekarê siyasî, îşare bi ezmûnên Komara Kurdistanê û radeya pêşveçûna hesta neteweyî û hewldan bo çespandina serweriya siyasî di serdemê Komarê de kir.

Herwiha navbirî, îşare bi baseke zanistî a rewşa niha ya Komara Îslamî a Îranê kir.

Herwisa navbirî daye zanîn, ku Komara Îslamî rastî “Rantî” a destpêkî bûye, û li aboriya siyasî rastî kirîzê hatiye û derbasbûn li wê kirîzê gelek zehmete.

Di beşeke din a wê semînarê de, amadebûyan li ser mijara “Xalîd Xeyatî”, pêşniyar û pirsiyar kirin û “Xalîd Xeyatî” jî, bersiva amadebûyan da.

Di dawiya wê rêûresmê de gula rêzlênan ji aliyê “Babe Elî Mêhrperwer”, endamê berê yê rêberiya PDKÎ pêşkeşî duktor “Xalîd Xeyatî” hate kirin, û herwisa ji aliyê “Sîrûs Reûfî” berprsê komîtê ve diyariyek pêşkeş bi korgêrê hate kirin.