Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê “Swiss”ê li ser rewşa Kurdistana Rojhilat civînek hate lidar xistin

18:05 - 18 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Pêwendiyên PDKÎ li welatê “Swiss”ê derheq rewşa Kurdistana Rojhilat digel Partyia Sosyal Demokrat a “Swiss ” civiya.

Roja Sêşemî rêkefta 27`ê Xakelêweyê, şandeke PDKÎ bi serperestiya Ramiyar Xadem berpirisê pêwendiyên PDKÎ li welatê “Swiss”ê serdana binkeya serekî a Partiya Sosyal Demokrat” li bajarê “Bern” kir.

Şanda hizbê, ji aliyê “Peter Hoog” berpirsê pêwendiyên “Partiya Sosiyal Demokrat” a wî welatî ve pêşwazî ji van hate kirin.

Di destpêka civînê de, şanda PDKÎ raporteke tijî derheq dawîn bûyerên Kurdistan û Îranê pêşkêşî “Peter Hoog” kir.

Di vê raporê de, bi awayekî hûr îşare bi binpêkirina mafê mirov li Kurdistana Rojhilat û Îranê ji aliyê rejîma Îranê hatine encam dan kir.

Di berdewamiya vê civînê de, şanda hizbê, rêzbendeke xuya li belge yên derheq Kuştina kolberan, bidarvekirina ciwanan, desteserkirina xelkê Kurdistan û bê çarenivîskirina xelkê Kurdistan û şevtandina daristan û jîngeha Kurdistanê”, anî berbes ku ji aliyê berpirsê bilind yê Partiya Sosiyal Demokrat balkêş bû.

Herwisa di beşeke din a vê civînê de, şanda hizbê daxwaz ji berpis û parlemantoyên ser bi Partiya Sosiyal Demokrat yên li parlemana “Swiss”ê kir, da ku zêdetir bihayê bi rewşa “Mafê mirov” di Kurdistanê bidin, û li riya lijneya pêwendiyên parlemana “Swiss”ê ku parlemtoyên vê partiyê serokatiya beşa zêde a lijne û komisyonên parlemana wî welatî dikin, alîkar bin bo pêşîgiritin ji tawanên rejîma Îranê di Kurdistanê de.

Di dawiya vê civînê de, berprisê pêwendiyên navnetewey yê partiya Sosyal Demokrat a “Swiss”ê ducarî kiriye ku, partiya van wekî berê, piştevaniyê li mafê mirov li Kurdistan û xebata PDKÎ dike û hewlên xwe di vê pêxemê de wê zêde bikin.