Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Wezareta Tendirustiya Îranê kesekî din jî dest ji kar berda

12:01 - 22 Çirriya paşîn 2020

Piştî destjikarberdana Dr. “Riza Melikzade”, ji Wezareta Tendirustiya rejîma Îranê, Cihgir û Birêveberê Şêwraya nexwşiya Koronayê jî dest ji karê xwe berda.

Roja Şemî 21ê Çirriya Paşîn, Cihgir û Birêveberê Şêwraya nexwşiya Koronayê yê Wezareta Tendirustiya rejîma Îranê, Dr. “Elî Nobext” tevî rexnegirtin ji Wezîrê Tendirustiyê, “Seîd Nemekî”, piştî çend demjimêran ji destjikarberdana Dr. “Riza Melikzade” ji Cihgiriya Wezîrê Tendirustiya rejîma Îranê û herwisa piştî 4 rojan karkirin di wê postê de, dest ji karê xwe berda.

Herwisa “Elî Nobext” di nameyeke servekirî bo Wezîrê Tendirustiyê ragihandibû: “Piştî gotinên we li bajarê “Îsfehan”ê û kutana zanist û bisporên cangoriyên Îranê û bersiva Cihgirê lêkolinê, mixabin ti rêyek bona hevkarî digel we û wê Wezaretê nemaye”.

“Riza Melekzade” piştî gotinên Wezîrê Tendirustî yê rejîma Îranê “Seîd Nemekî” li bajarê “Îsfehsan”ê ku pişka lêkolîna wê Wezaretê bê wec dabû nasandinê, dest ji karê xwe berda û rû bi Wezîrê Tendirustiyê ragihandibû: “Birêveberiya bi tewawî şaş û pir ji kêmasiyan ku bi sedema şêwirkarînekirin û guhnedana we li pêspartiyan û hişdariyên bisporan û lêkolerên tendirustiyê, bû sedema ku xisarên canî yên zêde di Îranê de hebin”.