Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Xorasana Bakur lehiyan ziyanên bê sînûr gihandiye rêyên gundewarî

12:19 - 10 Gulan 2022

Birêveberê giştî yê rêyên parêzgeha Xorasanê “Ce`ifer Şehamet”daye diyarkirin ku, rabûna lehiyan zêdetir ji 11 milyard û 300 milyon Tûmen ziyan gihandiye rêyên gundewarî.

Birêveberê giştî yê rêyên parêzgeha Xorasanê “Ce`ifer Şehamet” di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniyeke girêdayî rejîmê li bajarê “Bucinûrd”ê diyar kiriye ku: “Rabûna lehiyan bûye sedema xisarên weke, şimtîn û hilweşîna parek ji rêyan, wêrankirina ava çeman, hiloşandina pirên daleqandî û herwisa wêrankirina avrêjan.

Her di vê barê de navbirî gotiye: “Lehiyên vê dawiyê 113 milyard û 550 milyon rîal ziyan gihandiye rêyên gundewarî û ên parêzgehê.

Berçavnegirtina yasayên çêkirina rêyan, berçavnegirtina rabûna lehiyan, berçavnegirtina cora axa deveran û nestandard bûna şêwaza çêkirina rê û piran û herwisa xemsariyên berpirsan li çêkirina rêyan bûne sedem ku pire û rêyên Xorasanê bi taybet li deverên bilind bi hêsanî di lehiyan de ji nav herin an bi sedema daktina erdê, çal û kendal di wan rêyan de çêbin.