Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Xuzistanê nêzî 3 hezar tûşbûyî bi vîrûsa Êydzê hene

16:25 - 24 Çirriya paşîn 2020

Berpirsekî Zanîngeha Zanistên Pizîşkî yê parêzgeha “Xuzistan”ê daye zanîn ku di wê parêzgehê de nêzî 3 hezar kes tûşî vîrûsa (HIV) an ku “Êydz”ê bûne.

Roja Duşemî 23ê Çirriya Paşîn, Cihgirê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya “Cundî Şapûr” li parêzgeha Xuzistanê, “Mihemed Elewî” ragihand: “Heta dawiya sala 1398an, hejmara tûşbûyên vîrûsa (HIV) an ku “Êydz”ê li seranserê Îranê 41 hezar û 164 bû”; Herwisa ragihand: “2 hezar û 806 kes li parêzgeha Xûzistanê, tûşî vîrûsa Êydzê bûne”.

Herwisa navbirî ragihand ku: “Heta niha 19 hezar û 164 kesan bi sedema vîrûsa (HIV) canê xwe ji dest dane ku bi qasî %50 a gelempera tûşbûyên bi wê vîrûsê ye.

“Mihemed Elewî” daye zanîn ku: “Ji despêka sala 1399an heta dawiya demsala havînê, hejmara tûşbûyên vîrûsa (HIV) li parêzgeha Xûzistanê, 2 hezar û 806 kes bûne ku 1 hezar û 308 kes ji wan di bin çavdêriya pizîşkiyê de ne.

Pêka gotina wî berpirsê rejîmê, qasa mêrên pêketî bi vê vîrûsê %82 e û ya jinan %18 bûye.

Belavbûna vîrûsa (HIV) li nav tûşbûyên madên hişber li bilintirîn asta xwe de ye û mifahvergirtin ji derzî û sorengên hevpar, sebeba serkî ya belavbûna vê vîrûsê ye, herwisa berpirsên rejîma Îranê di hindek cihan de bi xwe xelk bi navê vaksînekirin an taqîkariya diyabêtê, çendîn xelk rastî vê vîrûsê kirine.