
Xwenîşandan û kombûnên nerizayetî, bi sedemên curbecur li çendîn bajarên Îranê, hatine lidarxistin û xelkê nerazî bi diruşm û plakardan daxwazên xwe yên rewa dane nîşandan.
Roja Çarşemî 9ê Kanûna Pêşîn, kombûna nerizayetî ya ajotvanên taksiyan li girava Kîş berdewam bû, xwenîşandana xelkê birsî li bajarên “Meşhed” û Abadan”ê bi sedema birsîtî û bi diruşmên “xwarin tinîne, tirs jî nîne” û diruşma “serhildana birsiyan bi rê ve ye” hate lidarxistin, rewşa aloz a xwendevan û xwendkaran li devera “Taliş” bi sedema nebûna Înternetê û çûn bo bilindahiyan li befir, sir û seqemê de bû sedem ku kombûna nerizayetî bi rê ve here.
Herwisa kombûna nerizayetî ya ciwanên bêkar yên gundê “Bîd” dihember palavtingeha “Bîd ê Bolend ê 2” li bajarê Bêhbehanê li parêzgeha Îsfehanê sedema bikargirtina kedkarên biyanî li wê palavtingehê xwenîşandan kirin, Herwisa xwedîterşên “Sengserî” ku koçerên bintara çiyayên “Elborz”ê ne bi sedema kêmbûna debara terşên xwe, nerzayetî lidar xistin.
Kombûna nerizayetî ya xelkê bajarê “Serbender” bi sedema rewşa xirab ya avero û xemsariya berpirsan hate lidarxistin, herwisa Kombûna Nerizayetî ya “Maltorandî” yên şirketa “Azvîko” li bajarê Tewrêzê û berdewamiya kombûna ciwanên daxwazkarên kar li bajarê “Şûşter”ê hate lidarxistin.
Xwenîşanderan bi micidî pêdegirî li ser daxwazên xwe kirine û ji xemsarî û neşiyana birêveberiya wan pirsgirêkan nerazîne û dane zanîn ku li ser daxawazên xwe.