Li encama teqekirin bi maşîna fermandê Spaha Pasdaran a terorîst li Zahidanê, badîgardek wî hate kuştin.
Sipêdeha roja Şemî 23ê Nîsanê, li xalek vekolînê li bajarê “Zahidan”ê çend kesên çekdar êrîş kirine ser maşîna “Husên Elmasî” Fermandê Tîpa “Selmanê Fars” ya Spaha Pasdaran a terorîst û badîgardek wî fermandê terorîst yê bi navê “Mehmûd Absalan” hate kuştin û ev fermandê terorîst jî bi dijwarî hatiye birîndarkirin.
Herwisa hatiye belavkirin ku “Mehmûd Absalan” kurê “Perwîz Absalan” Cihgirê Tîpa “Selmanê Faris” bûye.
Nûçegihaniyên girêdayî rejîma Îranê belav kirine ku kesên êrîşker hatine binçavkirin, lê ti zaniyariyek serast di vê derheqê de belav nekirine.
Hêjayê baskirinê ye ku tîpa “Selmanê Fars” giringtirîn tîp e li parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê û fermandê wê tîpê “Husên Elmasî” yê terorîst duyemîn fermandê paye bilind yê Spaha Pasdaran li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ye.
Spaha Pasdaran a terorîst bi şêweyek eşkere xelkê netewa Belûç li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê serkut dike û ev yeka jî bûye sedem ku her derfetek bo xelkê bê gorê, derbê li berpirsên terorîstî yên Spahê dixin.