Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lidarixistina çalakiyên teblîxî li gund û bajarên Kurdistanê berdewame

13:00 - 13 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li pirraniya gund û deverên Kurdistanê çalakiyên teblîxî lidar dixînin.

li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 23`ê Xakelêwey(12`ê Nîsan)`ê, endam û alîgirên PDKÎ di pirraniya gund û bajarên Kurdistanê çalakiyên teblîxî lida xistin.

 Xebatkar û “Bazên Kosalanê” yên PDKÎ li bajarê Pawe, di 17 gund û deveran de çalakiyên tebilîxî lidar xistin û alaya Kurdistanê hildan.

Herwisa xebatkar û “Bazên Kosalanê” alaya Kurdistanê li cihên wekî, “navbera du binkeyên Spaha Pasdaran a terorîst, û binkeya îtila`ata Spaha “Girê Dûrîsan” û li nêzîkî binkeya Henga sînorî a bajarê Pawe, binkeya Besîc a Wehdet, li dekela Hewar a Kotêl ku ser bi çiyayên Ateşga a bajarê Pawe, hildane û ev der bi alaya rengbirenga Kurdistanê xemilandin.

Herwisa endam û alîgirên PDKÎ li 17 gundên  ser bi bajarê Pawe çalakiyên teblîxî lidar xistin û ew gund wiha ne: “Noriya, Xaneqa, Şaroçkeyê Çorjî, Dûrîsan, Bendere, Serkiran, Nosme, Şimşêr, Dişe, Derewiyan, Meywan, Seryas, Mîrawilî, Aryet, Banewrî, Tîn Zerdûy û Tazawa”.