Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li Kurdsitanê çalakiyên tebilîxî birêve birin.
Şeva Yekşemî 1`ê Banemerê (21`ê Nîsanê) endam û alîgirên PDKÎ, li bajaroka “Dize” a girêdaiy devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, tirakit û postêrên taybet bo piştevanîkirin li PDKÎ belavkirin.
Endamên Partiya Demokrat, ev tirakit û postêrane, li cihên wekî: Bazara mêvefiroşan, tanakura, bazara Eslî, dukan û mizgevtan û mizgevta Cami`e a pêşberî binkeya hêzên înitzamî a rejîma Îranê belav kirin.
Nivîsên van postêr û tirakitane wiha bûn:” Bijî gelê Kurd, silav li Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, silav li şehîdan, silav li pêşmerge, ciwanên rasteqîne yên gelê Kurd, biherife rejîma Komara Îslamî a Îran û caş bên bo nav refên gelê Kurd û …hwd.
Hevdem endam û alîgirên PDKÎ, li gundê Ewîheng a girêdaiy devera Jawaro a ser bi parêzgeha Sine çalakiyên tebilîxî lidar xistin.
Endam û alîgirên Partiya Demokrat, bi danîna cemedanî û gula Helale, piştevaniya xwe li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ducarî kirin.